Di têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê da gelo heyameke nû mimkun e?

Pêşengên Yekîtiya Ewropayê (YE) di 25-26ê adarê da wek online civîn kir, lê di civînê da gelek mijar hatin taloqkirin. Aqûbeta têkiliyên bi Rûsyayê ra jî di nav mijarên ku hatin taloqkirin da ma. Di civînê da li ser têkiliyên dualî pir kêm hatin nirxandin û guftûgokirina berfireh a têkiliyên dualî ji civîneke din ra hat hiştin. Lê beriya civînê Serokê Konseya YEyê Charles Michel bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bi têlefonê axivî û ji bo normalîzebûna têkiliyan daxwaz hatin kirin. Ev di navbera aliyan da şert û mercên destpêkeke heyama nû nîşan dide.

Pêşengên Yekîtiya Ewropayê (YE) di 25-26ê adarê da wek online civîn kir, lê di civînê da gelek mijar hatin taloqkirin. Aqûbeta têkiliyên bi Rûsyayê ra jî di nav mijarên ku hatin taloqkirin da ma. Di civînê da li ser têkiliyên dualî pir kêm hatin nirxandin û guftûgokirina berfireh a têkiliyên dualî ji civîneke din ra hat hiştin. Lê beriya civînê Serokê Konseya YEyê Charles Michel bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bi têlefonê axivî û ji bo normalîzebûna têkiliyan daxwaz hatin kirin. Ev di navbera aliyan da şert û mercên destpêkeke heyama nû nîşan dide.

– Şertên normalîzebûnê yên YEyê

Piştî belabûna Yekîtiya Sovyetê, erdnîgariya Ewropaya Rojhilatê di navbera yekîneyên NATO û YEyê ku nûnerên Rojava ne û Rûsyayê da bû qada têkoşînê ya nîşandana hêzan. Di 2008an da agirê vê têkoşînê li ser Gurcistanê gur bû. Herî dawîn jî di krîza Ukraynayê da rû da. Lewra Ukraynayê nîşaneyên ku wê bi Rojava ra bibe yek dida. Ev yek jî bi rêya NATOyê nîşan da. Di vê heyamê da Ukraynayê bi taybetî ji ber ku bi YEyê ra têkiliyên siyasî danîn, Rûsya ji vê aciz bû. Paşê li rojhilatê Ukraynayê şerê Donbasê dest pê kir û vî şerî navbera YE û Rûsyayê xerabtir kir. Di vê pêvajoyê da Rûsyayê li qadê hemleyên tund nîşan da û YEyê tenê hin ambargo dan ser hinek rayedarên Ûris û saziyên wê.

Di çarçoveya van geşedanan da ji bo sererastbûna têkiliyên navbera YE û Rûsyayê şertê ewil ê ku Michel ji Putîn ra got der heqê bê şert û merc sepandina Peymanan Minskê da ye. Weke ku tê bîra me ev peyman di 2014an da bi teşebisa Teşkîlata Ewlehî û Tevkariyê y Ewropayê (AGÎT) di navbera alîgiran da li Mînska bajarê Belarûsê piştî hevdîtinên berfireh hatibû îmzekirin. Peyman weke sekinandina pevçûnên li rojhilatê Ukraynayê û lêgerîna çareseriya ewlehiya herêmê derket pêş û her çend heta niha bi ser neketibe jî ji bo pergaleke muhtemel qet nebe weke bingeheke hiqûqî disekine.

Daxwaza duduyan a ku YE ji bo serastkirina têkiliyên bi Rûsyayê ra dixwaze jî bi binpêkirina mafên mirova û sûîqestan ra eleqedar e. Di sala 2018an da li Îngiltereyê Sergey Skripalê sîxurê Ûris û Yulia Skripala qîza wî hatibûn jehrîxistin. Di vê mijarê da madeya Novichokê ya bi Rûsyayê tê zanîn hatibû bikaranîn. Piştî vê pirgirêkan dest pê kiribû. Di demeke nêz da bi heman awayî mijarê Aleksey Navalniyê serokê mixalif ê Ûris qewimî. Par derker holê ku Navalniyê gelek caran hikûmetê rexne dike bi jehrî ketiye û krîz mezin bibû. Li ser vê YEyê di cotmeha 2020î da mueyîde dan ser şeş rayedarên payebilind ên Ûris. Li ser amadehiyên zêdekirina mueyîdeyan Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê bertek nîşan dabû û gotibû ev tê wê meneyê dibe ku têkiliyên bi YEyê ra werin birîn.

Daxwaza dawîn a Bruksel ji Rûsyayê dixwaze ku têkiliyan normal bikin jî bi êrîşên sîber û sîxuriya li welatên YEyê yên ji Rûsyayê ra eleqedar e. Di sala 2007an da li Estonyayê peykerê eskerekî yê ji heyama Sovyetan mabû hat rakirin, li ser vê êrîşkarên ser înternetê yên Ûris êrîşî Estonyayê kirin. Paşê di sala 2015an da di encama êrîşên sîber ên dijî Meclisa Federal a Almanyayê da binesaziya Meclisa Almanyayê xirab bibû û hatibû îdiakirin ku Serwêsa îstixbarata Eskerî ya Rûsyayê (GRU) li pişt vê êrîşê heye. Di sala 2018an da hikûmeta Îngilîz sûc avêtibû ser Moskovayê ku sîxuriya sîber dike. Rewşeke wekî vê jî meha borî di navbera Îtalya û Rûsyayê da qewimî. Îtalyayê îdia kiribû ku li Romayê agahiyên veşartî firotine Rûsyayê, biryar dabû ku 2 dîplomatên Ûris dersînor bikin. Ligel vê Rûsyayê got ku tu têkiliyeke wan bi vê mijarê ra tune lêbelê Bruksel hê qanî nebûye. Ya rastî piştî van îdiayan YEyê qedexe kir ku hin endamên GRUyê derbasî Ewropayê bibin û dest da ser malên wan.

Ji bilî îdiayên êrîşên sîber û sîxuriyê îdiayên dibêjin Rûsya ji bo ku li welatên Ewropayê tevlihevî çêbibe kampanyaya agahiyên şaş dimeşîne jî di rojevê da heye. YE ji bo ku dijî agahiyên şaş (dezenformasyon) ên li hemberî YEyê di adara 2021ê da bi navê “EUvsDisinfo” da destpêkirin. Li gor daneyên vê ji sala 2015an vir va li hemberî Almanyayê ji 700î zêdetir, li hemberî Fransayê ji 300î zêdetir, li hemberî Îtalyayê ji 170 zêdetir, li hemberî Îspanyayê jî ji 40î zêdetir kampanyayên dezenformasyonê hatin li darxistin. Hêza li pişt van kampanyayan jî Rûsya tê nişandan. Herî zede li hemberî Almanyayê kampanya heye ku tişta ecêb di navbera herdu welatan da Almanya behsa diyalog û hevkariyê dike.

Ji bilî YEyê hin welatên endam jî bi Rûsyayê ra pirsgirêkên wan çêdibin. Di 2014an da li herêma Moravaya Başûr di depoyeke muhimatan da teqîn çêbûbû. Ji ber vê hikûmeta Çekyayê di 17ê Nîsana 2021ê da 18 dîplomatên Ûris dersînor kiribû. Piştî vê welatên din ên endamên YEyê Estonya, Letonya, Lîtvanya û Slovakyayê jî piştgirî dabûn Çekyayê û biryarên bi vî rengî dabûn. Li hemberî biryara van welatan Rûsyayê jî hin dîplomatên van welatan wek “kesên nayên xwestin” (persona non grata) îlan kiribû. Di navbera Rûsya û YEyê da têkilî wisa xuya dike ku wê normal nebe.

Dema ev geşedan çêdibûn Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên ewlehiyê û Têkiliyên Derva yê YEyê Josep Borrell di 28ê Nîsanê da daxuyaniyek da û got bi Rûsyayê ra têkilî her ku diçe xirab dibe, heke Rûsya sê daxwazan qebûl neke, têkilî wê normal nebin.

– Helwesta Rûsyayê

Divê mirov wê yekê ji bîr neke ku beramberî telebên Brukselê yên ji bo asayîbûna peywendiyên YE-Rûsyayê, hin telebên Moskovayê jî hene. Di vê çarçoveyê da Rûsya berî her tiştî, çi di bin sîwana YEyê çi jî di bin sîwana NATOyê da Rûsya naxwaza Gurcistan û Ukrayna ber bi Rojava bişiqitin. Vê helwesta xwe jî bi hemleyên xwe yên qewîn ên li qadê va nîşan dide. Divê mirov wê yekê destnîşan bike ku ji hêla rabiteyên dîrokî, peywendiyên aborî û her wiha ji bo ku ji aliyê Ewropayê va wekî herêma tampon dihesibîne, Rûsya, Ukraynayê li hemberî Rojava wekî xeta xwe ya sor qebûl dike. Heger mirov ji vî aliyî va lê binihêre jî mirov dibîne ku Moskova ji YE û NATOyê dixwaze ku ji erdnîgariya wê dûr bisekine. Ji xeynî van, Rûsya îdia dike ku Qirim êdî meseleya wê ya navxweyî ye ku 2014an ilhaq kiribû û navxwaze ku were rojevê jî. Her wisa ji ber ku li Donbasê nifûsê Rûs heye, diyar dike ku “hêzeke dereke” midaxeleyî herêmê neke. Wate Rûsya bersiva neyînî dide daxwaza ewil a YEyê ya Peymana Minskê û jixwe ji ber ku daxwazên duyemîn û sêyemîn jî hê ji serê ser da red kiriye, li gorî wê êdî mesele nemaye li ser axaftin were kirin. Wekî encam em dikarin bêjin ku helwesta aliyan a li ser mijarên rojevê, serdanpê ji hevdu cuda ne.

Ligel van helwestên ji hevdu cuda jî peywendiyên dualî nexasim di warê enerjiyê da didomin. Li gorî daneyên 2018an, YEyê ji sedî 30ê pêwîstiya xwe ya petrola xam û ji sedî 40ê pêwîstiya xwe ya xaza siruştî ji Rûsyayê dabîn kiriye. Ev jî tê wê wateyê ku YE ji hêla enerjiyê li destê Rûsyayê dinihêre. Heta hin welatên endamên YEyê yên wekî Lîtvanya, Bulxaristan û Macaristan bi qasî temamî pêwîstiya xwe ya xaza siruştî ji Rûsyayê dabîn dikin. Ev jî ji sedemên sereke yên wê yekê ne ku Brukselê nikaribû bersiveke qewîn bide hemleyên Moskovayê yên li qadê.

Tê dîtin ku tevlî vejenê welatên YE û Rûsyayê di demeke nêz da jî ji bo têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê hevkarî kirin. Di vê çarçoveyê da divê bê diyarkirin ku welatên endamên YEyê ne di mijara temînkirina aşiya Ûris da demeke dirêj li hev nekirin. Mînak welatên avakar ên YEyê yên wek Almanya, Fransa û Îtalya di mijara ji Rûsyayê aşî hildanê da demeke dirêj li ber xwe dan. Lê li hemberî vê hikûmeta Macaristanê bi hêviya Ajansa Derman a Ewropayê nesekinî û aşiya SputnîkV ya Ûris temîn kir. Piştî wî Danîmarka û Awistiryayê jî biryarên wek wê dan. Lîderên Almanya û Fransayê ku aşîkirina li welatê wan gorî bendewariyên wan neçû serî piştî lûtkeya di Adarê hat kirin da bi Putîn ra hevdîtin kirin û gotin heke EMA aşiya Ûris erê bike wê mijarên wek temînkirin û bi hev ra çêkirina aşiyê çawa bibe û ev yek anîbûn rojevê. Ya tê dîtin, welatên YEyê ku di mijara peydakirina aşiyê da rastî pirsgirêkê hatin firsendeke nû pêşkêşî Rûsyayê kirin.

Wek gotina dawîn mirov dikare bibêje ku têkiliyên YE-Rûsyayê heta bêjî wek girêkan tevlihev e. Lêbelê ev girêkên tevlihev nayê wateya ku dînamîkên di têkiliyên dualî de derdikevin pêş diyar in. Berevajiyê vê YE di mijara vejenê da girêdayî Rûsyayê ye û ev jî destê Brukselê girê dide. Lewra Rûsya vê rewşê wek firsendekê bi kar tîne li Gurcistan û Ukraynayê gorî dilê xwe pêkutiyê dike û pasîfmayîna YEyê ya li hemberî vê rewşê nîşaneyeke girîng e. Beramberî vê gavên ku Rûsya di mijara binpêkirina mafên mirovan da diavêje û pêkutiyên li gor dilê xwe dike va ligel YEyê ji bo asayîkirina têkiliyên bi civaka navneteweyî ra jî wek astengiya herî girîng tê hesibandin. Tevlî vana ew daxwazên ku Bruksel di sê sernavan da tîne rojevê heta hebûna wan ji roja ewil vir va ji alî Moskovayê va tê redkirin. Ji ber vê jî di têkiliyên dualî da heyameke bi rojeva erênî çêbûn gelekî zehmetî xuya dike.

[AA, 30ê Avrêl 2021]

In this article