French President Emmanuel Macron

Li Fransayê azadiyên ferdî tên sînordarkirin

Tevdîrên ewlehiyê yên nû yên birêvebiriya Macron ên bi giştî ji bo gelê Fransiz û bi taybetî ji bo misilmanan digel ku li welêt maf û azadiyan sînordar dike di civakê da jî atmosfera bêewlehiyê ya mezin derdixîne holê.

Emmanuel Macronê ku hilbijartina serokomariyê ya ku di sala 2017an da li Fransayê hat kirin qezenc kir kesekî wisa bû ku di heyama hat hilbijartin da civaka Fransiz gelek tişt jê hêvî dikirin. Lêbelê birêvebiriya Macron demişdest piştî ku hat ser peywirê bi çalakiyên kolanan ên wekî “Êleg zer” ra rû bi rû ma û bi bertekên tund ên ku nîşanî van çalakiyan da ev hêvî vala derxistin. Pişt ra şîdeta ku hêzên ewlehiyê li kolanên Fransayê dijî çalakvanên kolanan bi kar anî ne tenê li raya giştî ya Fransayê li raya giştî ya navneteweyî jî bû sedema bertekên mezin. Hikûmeta Fransayê ya ku divê di şertên normal da pêşî li şîdeta bêserûber a ku di xwepêşandanên li nav welêt tên kirin da hêzên ewlehiyê bi kar anî bigire ji bo ku şîdet ji çavan dûr dewam bike teşebûsî verastkirinan kir. Qanûna “ewlhiya giştî” ya hewl hat dayîn ku bi hinceta “hêzêne wlehiyê di xetereyê da ne û divê bên parastin” bê meşrûkirin jî wek encama van geşedanan derket holê.

 

– Qanûna ewlehiyê ya binîqaş

Berî ku der barê qanûna “Ewlehiya Giştî” da nirxandineke berfireh bê kirin divê pêvajoya derketina vê qanûnê bê fehmkirin. Heyama ku qanûn hat rojevê heyameke wisa bû ku li kolanên Fransayê gelek mînakên şîdeta ku bi destê polêsan dihat kirin dihat dîtin. Wek mînak di 24ê sermaweza 2020î da di midaxeleya ku ji bo belvakirina nêzî 500î penaberên ku li paytext Parîsî kom bûn da şîdeta bêserûber a hêzên ewlehiyê ji hêla kamerayan va hatibû kişandin. Bi vê bûyerê ra protestoyên “Êlegzeran” ên ku demek dirêj e di rojeva Fransayê da ne jî wek mînakên herî tund û rojane yên şîdeta polêsan derbasî qeydan bû. Hikûmeta Macron a ku wekî berpirsyarê hemû tiştên qrwimîn tê dîtin jî tenê der barê polês û cendirmeyên ku di bûyeran da şîdeta bêserûber bi kar anîn da lêpirsîn vekir.

Ji hêla din va hikûmeta Fransaym ta dixwaze ku berpirsyariya şîdeta bêserûber a hêzên ewlehiyê ji ser xwe biavêje dawiya sala par ji bo verastkirinên qanûnî yên nû dest bi xebatan kir. Qanûna ewlehiya giştî ya ku rayeyên din deide hêzên ewlehiyê û raya giştî gelek bertek nîşan da jî di vê heyamê da derket holê. Pêşnûmaya qannûnê ya ku di 20ê cotmeha 2020î da wek pêşniyaz pêşkêşî Parlementyoya Neteweyî hat kirin piştî hevdîtinan di 7ê nîsana 2021î da li Senatoyê digel 98 dengan bi 241 dengî va hat qebûlkirin. Paşê di 15ê nsanê da li Parlementoya Neteweyî dengdayîn hat kirin û digel 33 denan bi 75 dengên erê va hat qebûlkirin.

Qanûn ji roja ewil a ku hat rojevê va tê rexnekirin û tê da verastkirinên ku hin rayeyên nû dide yekîneyên ewlehiyê û azadiyên sivîl sînordar dike hene. di serê vê da jî ev yek tê; polês û cendirmeyên ku midaxeleyî bûyerên civakî dikin dê bikaribin ku bi drone, kamerayên kolanan û amrûên teknolojîk ên wekî firokeyan va dîmenên koma hewl didin ku belav bikin qeyd bikin. Madeya 24emîn a qanûnê pêşî li kişandina dîmenên hêzên ewlehiyê yên midaxeleyî bûyeran dike, digire. Li gor vê bi çi armancê dibe bila bibe ji bo kişandina dîmenên peywirdarên ewlehiyê “yên li ser kar” salek cezayê hepsê û heta 45 hezar euroyê cezayê pereyê tê pêşbînikirin. Ev yek jî dibe sedema nîqaşan ku qanûn ji armanca xwe dûr ketiye.

– Rexneyên der barê qanûnê da

Berteka herî mezin a dijî qanûna ewlehiya giştî ya binîqaş a heta îro hatiye dayîn di nav vê mehê da ji komeke parlementeran hat. 87 parlementerên Fransiz ên ku di bin banê koma “Parlementerên Sosyalît û Mitefîqên Wan” hatin bal hev bi hinceta ku dibe sedema şîdeta polêsan ji bo betalkirina qanûnê di 5ê gulanê da serî li Konseya Destûra Bingehîn da. Hefteyek beriya vê geşedanê jî sendîkayên dadger, parêzer û rojnamevanan jî ji bo betalkirina qanûnê serî li Konseya Destûa Bigngehîn dabûn. Digel van bertekên i nav welêt rêxistinên navneteweyî û rêxistinên dervayî hikûmetan ên navneteweyî hî bertek nîşanî qanûnê dan. Wek mînak raportorê Netweyên Yekbûyî (NY) di rapora ku di heyama qanûn dihat nîqaşkirin nivîsand da diyar kir ji ber verastkirina ku belavkirina dîmenên hêzên ewlehiyê qedexe dike bi hinceta “zirarê dide mafên mirovan û azadiyêên bingehîn” bi fikar in. [1] Dunja Mijotevica Komîsera Mafên Miroavn a Konseya Ewropayê jî madeya 24emîn a pêşnûmaya qanûnê ya binîqaş rexne kir û got ku divê qanûn ji bo mafên mirovan bêtir rêz bigire. Rêxistinên dervayê hikûmetan ên wekî Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nas Nakin û Rêxsitina Efûyê ya Navneteweyî jî biryar rexne kirin.

– Li Fransayê azadiyên misilmanan jî tên sînordarkirin

Qanûna ewlehiya giştî ne mînaka ewil ne jî ya dawî ya meyla hikûmeta Macron e ku di siyaseta navxweyî da di hevkêşeya azadî-ewlehiyê da giraniyê dide aliyê duyemîn. Lewra birêvebiriya berdest a lis er kar bi navê ewlehiya neteweyî heta niha gelek verastkirinên ku azadiyan sînordar dike çêkir. Wek mînak bi “Pêşnûmaya Qanûna Cudaxwazan” va bi milyonan misilmanên ku li Fransayê dijîn bi hinceta ku “Hewl didin ku ji Fransayê veqetin û birêvebiriya xwe bixwe ava bikin” bûn mijara ewlehiyê. Nêrîna tehdîda sunî ya ku ji ser misilmanên li welêt derxistin holê piştî demek kurt hat mezinkirin û pêşiya verastkirinên nû hat vekirin. Wek mînak sergirtina jinên misilman a ku dêî bûye wekî nîqaşeeke klîşe wekî dijî laîktiyê hat nirxandin û Kolektîfa Têkoşîna Dijî Îslamofobiyê ya Fransayê (CCIF) ya ku li welêt dijî fealiyetên Îslamofobîk dixebitiya wek berpirsyarê li Praîsê bi awayekî hovane qetilkirina mamosteykî hat dîtin û par hat girtin. Herwiha bi biryara ku îsal di meha adarê da hat hildan jî hat eşkerekirin ku “dê bê qedexekirin ku heywanên pînê ji meha tîrmehê pê va bi rêbazên Îslamî bên serjêkirin.”

Mekanên îbadetê yên misilmanên li welêt dijîn jî di vê çarçoveyê da hedef hatin girtin. Heke mirov mînakeke berbiçav bide; mizgeftên li tevahiya Fransayê bi piştgiriya şaxên çapemeniyê yên dijî Îslamê wekî “çavkaniya teroê” hatin etîketkirin û di çarçoveya têkoşîna dijî van da di heyama Macron da ji 40î zêdetir mizgeft hatin girtin. Sepaneke din a ku bi hinceta ewlehiyê azadyiên baweriya misilmanan sînordar dike jî ew e ku par Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê par bi armanca “radîkalbûn û têkoşîna dijî Îslambûnê” xeteke îxbarê ava kir. Bi avakirina vê xetê va ji welatiyên Fransayê hat xwestin ku kesên jê dikevin şikê ku li hawirdora wan “fealiyetên îslamî” dikin îxbar bikin. Bi vî awayî hemû misilman wekî tehdîdeke potansiyel hatin nîşandan û ji bo têkoşîna van tehdîdên sunî rayeyeke nefermî dan hemû welatiyên Fransayê.

Dema mirov li çavkaniya sereke ya van sînordarkirinên berbiçav ên dijî azadiyên ferdî yên li Fransayê dinihêre jî mirov dikare bibêje ku bi verastkirina di sala 2017an da hat kirin va ya rê dide ku tevdîrên rewşa derasayî mayînde bibin va Qanûna Xurtkirina Têkoşîna dijî Terorê û Ewlehiya Navxweyî (SILT) roleke girîng dilîze. Lewra hikûmeta Macron bi vê verastkirinê va hê di serê îqtidara xwe da ji bo sînordarkirina azadiya firsendeke krîtîk bi dest xist. Lewra heke tiştên ku heta niha hatin qisekirin yekpare bên nirxandin tê fehmkirin ku birêvebiriya Macron a ku ket sala xwe ya çaremîn her ku diçe Fransayê diguherîne dewleteke ewlehiyê û bi navê ewlehiya bêtir azadiyên sivîl sînordar dike.

Wek encam mirov dikare bibêje ku tevdîrên ewlehiyê yên nû yên ku di maweya borî da bi giştî ji bo gelê Fransayê û bi taybetî jî ji bo misilmanan hatin anîn li welêt mafên mirovan sînordar dike û jê wê jî girîngtir li ba civakê atmosfera bêewlehiyê ya mezin derdixîne holê. Wek îhtimaleke dûr xuya nake ku birêvebiriya Macoran a bi nêzbûna hilbijartinên serokomariyê yên di sala 2022yan va hewl dide ku piştgiriya alîyê rastgir a radîkal hilde bêtir pêngavên ku dê azadiyên sivîl sînordar bike biavêje.

[AA, 28.05.2021]

In this article