• Tevdîrên ewlehiyê yên nû yên birêvebiriya Macron ên bi giştî ji bo gelê Fransiz û bi taybetî ji bo misilmanan digel ku li welêt maf û azadiyan sînordar dike di civakê da jî atmosfera bêewlehiyê ya mezin derdixîne holê.
  • Pêşengên Yekîtiya Ewropayê (YE) di 25-26ê adarê da wek online civîn kir, lê di civînê da gelek mijar hatin taloqkirin. Aqûbeta têkiliyên bi Rûsyayê ra jî di nav mijarên ku hatin taloqkirin da ma. Di civînê da li ser têkiliyên dualî pir kêm hatin nirxandin û guftûgokirina berfireh a têkiliyên dualî ji civîneke din ra hat hiştin. Lê beriya civînê Serokê Konseya YEyê Charles Michel bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bi têlefonê axivî û ji bo normalîzebûna têkiliyan daxwaz hatin kirin. Ev di navbera aliyan da şert û mercên destpêkeke heyama nû nîşan dide.